NAVEROKA GOTOBÊJKIRINA CIVÎNA HEVRÊZIYA GIŞTÎ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ -SÛRIYE

196

NAVEROKA GOTOBÊJKIRINA CIVÎNA HEVRÊZIYA GIŞTÎ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ -SÛRIYE

Di dawiya heyva tebaxa sala 2020an de,hevrêziya giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye,çend civînên li dû hev bi hemû endamên Hevrêziya giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye yên li hindir û derve re li dar xistin li ser riya(Enternêtê)û di derbarê wan civînan de,daxuyaniyekê hat sererast kirin. Piştî bîranîna pakrewanên rûmet û azadiyê û bi taybet yên Kurd û Kurdistan û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.

Di derbarê vê yekê de,mamoste Feyrûşa Ebdirihman endamê ofîsa cîbicîkar yêTevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:”Wek hûn dizanin nexweşiya veyrûsa Gorona li Kurdistana Sûriya di vê dema dawî de li hin deverên herêmê belavbûbû.Ji ber vê yekê me nikarîbû wek hevrêziya giştî wek her çar bi hev re biciviyana ji bo parastina endamên hevrêziyê ji veyrûsa Gorona lê vê carê me di dawiya heyva Tebaxa sala 2020an de, hin civînên li dû hev bi hemû endamên hevrêziya giştî yên hindir û ji derve li dar xistin li ser riya (Enternêtê)”.

Herwiha Feyrûşa Ebdirihman got:”Civat li ser rewşa siyasî rawestiya û hemû bûyerên herî dawî li ser qada Sûriye û herêmê gengeşekirin.
Herwiha beşdarbûna li ser karê komîta destûrî û civîna herî dawî li Cinêv ya ku bi dawî bû bêyî ku bighên ti encaman gengeşekirin.Û sedema wê ku rêjîma Sûriye ne bi rastî kar dike ji bo cîbicîkirina biryara civaka navdewletî 2254 û bazdana wê ji destkeftên vê biryara civaka navdewletî ya ku çareseriya siyasî ji kirîza Sûriye re,û bi avakirina welatekî hemelayen û dîmiqrat û hevgirtin ya ku hemû pêkhatiyên di hindirê welat de,bi mafên xwe yî rewa şad bibin li gorî peyman û rêkeftinên civaka navdewletî.

Herwiha Civatê di derbarê vê yekê jî, rewşa opozisyona niştîmanî şirovekirin,ya ku di destaya danûsitendinên Sûriye de nûnerin.Û ji aliyekî din jî li ser ragihandinên neyênî rawestiyan yên dihatin ragihandin ji aliyê hin endamên opozisyonê ya ku dûrî nerînên Sûriyan in di derbarê dîmiqratiyê û wekhevî û dadgehiyê de, bêyî nijadperêsî û cûdayî di navbera hemû pêkhateyan de”.

Herwiha Ebdirihman got:” Hevrêziya giştî bangeweziya hemû welatên herêmî kir,û ji wan xwest rêzgirtina vîna gelê Sûriye ji bo çarenivîsa wî,û ji wan xwest ku bes cûdayî têxin navbera hemû pêkhatiyên welat û pirojeyên xweyî siyasî bisekinin yên ku hûn bicîbicî kar dikin li ser hesabê gelê Sûriye li ser xaka wê”.

Herwiha Feyrûşa Ebdirihman got:”Civat rawestiya li ser rola ENKSê ya ku hevseng e û xwestekarê yekîtiya Opozisyona Sûriye ye .Û dûrî rêzbûnên herêmî û siyaseta mihwera ne.Û pêgîrî bi yekîtiya siyasî heye li gorî biryara civaka navdewletî 2254 ya ku çareseriya siyasî dike ji bo xizmeta şoreşa Sûriya û xwestekên gelê Sûriye ji bo guhertina vî rêjîma bi avakirina welatekî dîmiqrat û fidralîzim û vegerandina ewlehiyê û aramiyê li welat”.

Herwiha Ebdirihman got:”Hevrêziya giştî rawestiya li ser rewşa aborî û encamên wê yî bobelatî bi sedema salên dirêj ji pêvçûn û kirîza Sûriye li ser jiyan welatiyan
Û çewsandina jiyana gel ji aliyê pûçan û bazirganiyan.Herwiha hevrêziyê hemû karên xerab û wêrankirin û mêrkujiyên tên kirin ji aliyên komên tundraw bi rêjîma Sûriye li seranserî Sûriye şermezar kir.ya ku koçberiya sivîlan bi koman koçber dibin li hindirê Sûriye.
Û bi taybet ew komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve li herêmên Kurdistana Sûriye(Efrîn,Girê Sipî û Serê Kaniyê)
Di derbarê vê yekê de,hevrêziya giştî
bangeweziya hemû welatan kir,di pêşî de Emerîka û welatên Europa û rêxistinên navdewletî bi berpirsiyarî bi erkên xwe yî mirovahiyê rabin û alîkariya gelê Sûriye bikin ta li hember wan komên Çekdar rabin ji bo bes karên xerab bikin di derheqên gelê Sûriya de,û kar bikin li ser derxistina wan komên Çekdar ji hemû herêman ji bo xelk vegerin herêmên xweyî resen yên ku koçber bibûn di bin gefên çekan û karên xerab de, ya ku dijî peyam û rêkeftinên civaka navdewletî ne”.

Herwiha Feyrûşa Ebdirihman anî ziman û got:” Hevrêziya giştî rewşa Kurdî – Kurdî li ser danûsitendinên yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNK de rawestiyan piştî pêşxiriya fermandarê HSDê Cinêral Mezlûm Kobanê û bi çavdêriya Emrîkan û bi piştgirtiya serdariya herêma Kurdistana başûr.
Herwiha hevrêziya giştî tekez kir li ser piştgirtî û piştevaniya encamên ji danûsitendinan û berdewamiya wan ta serkeftina encamên rêkeftina giştî bê ragihandin di derbarê Siyasî,lêşgerî û rêveberî.Ji bo xizmeta berjewendiyên gelê me û piştevaniya doza gelê ma ya dadgehî.Û xurtkirina yekîtiya opozisyonê û piştevaniya wê di destaya danûsitendina Sûriye de ta roleke giring rabe di pêvajoya siyasî de li gorî şopa Cinêv.

Herwiha hevrêziya giştî tekez kir li ser dîtina amûrên sazîbûnê ji bo ENKSê rola wê bêxistin bibe di vê qonaxa pêwîst .Ji ber ku ENKSê destkeftinek û xwediyê piroja netewî ye,divê piştevaniya nerîna wê yî siyasî bibe di qonaxên bê de.

Herwiha civat li ser rewşa rêxistinî jî rawestiya bi awayekî berpirsiyarî di derbarê wê de hin biryayar û pêşînyar jî hatin sitendin, di derbarê amûr û pêdekariya rêxistinî piştî belavkirina veyrûsa korona li cîhanê û encamên wê yî neyinî li ser civakê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.