FÊSEL YÛSIF SEMÎNAREK SIYASÎ Û CEMAWERÎ BI RÊ VE B

5

Di roja yekşemê“14ê”avdara” 2021ê” de, encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê semînarek siyasî û cemawerî li ofîsa PDKSê lidarxist, û ev yek M, “Fêsel Yûsif “, endamê desteya seroketiya ENKSê wê bi rê ve bir , û bi hazirbûna hejmarek ji welatiyan, û endamên xwecihiyê û herwiha Partiyên Siyasî û rêxistinên sivîl.

Di destpêkê de xulekek bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Berzaniyê nemir ya ku îro “118” sal li ser jidayikbûna wî derbas dibe.

Herwiha di derbarê naveroka vê semînarê de M,”Fêsel Yûsif” :Axivî li ser kurtejiyan û kar û xebata bavê netewa kurdî ya Barzaniyê nemir û qonaxên têde derbas bûye û şoreşên ku rêveberiya wan kiriye û bi çi awayî xweserî ji bo Kurdistana başûr bi destxist.

Herwiha mamoste Fêsel Yûsif,rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî li ser qada Sûriya bi giştî û bi taybet li ser qada Kurdî, û herwiha axivî li ser siyaseta ENKSê li hindir û jiderve,di derbarê bi destxistin û rapirsîna mafê gelê kurd yê rewa li Kurdistana Sûriya.

Herwiha di dawiya semînarê de beşdaran bi pirsên xwe semînar dewlemend kirin, û ji aliyê M, “Fêsel Yûsif”” endamê desteya serokatiya ENKSê ve, bersivdana wan hate kirin.

Ragihandina T.Ç.K.S

Raport:Elî Fetah

d3

Leave A Reply

Your email address will not be published.