HEVRÊZIYA” QAMIŞLO” CIVATEK RÊXISTINÎ BI BEŞDARIYA HEVRÊZÊ GIŞTÎ LI DARXISTIN

7

Bi boneya heyva avdarê û di nav de,çend hevdîtinên rêxistinî li dû hev ji biryarên hatibûn sitendin ji aliyê hevrêziya giştî. yaTevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriya
Di roja îniyê 26.3.2021ê de,hevrêziya Qamişlo civatek rêxistinî bi beşdarbûna hevrêzê giştî, mamoste Fêsel Yûsif,û hin ji endamên ofîsa cîbicîkar û ofîsa çavdêriyê ûhevrêziya giştî, li darxistin

Herwiha civatê bi rawestandina kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet pakrewanên Kurd û Kurdistan destpê kir

pîştre hevrêzê giştî yê TÇKS mamoste Fêsel Yûsif,hemû beşdar pîrozbahî kirin bi boneya cejna Newrozê,ya ku piransîpa Azadiyê û Aşîtiyê vê boneyê ragirtiye bi wateyên di têkoşîna gelan de,bo jiyanek rûmet

Herwiha mamoste Fêsel Yûsif, hemû bûyerên herî dawî yên siyasî li ser qada navdewletî û li ser qada Sûriya bi giştî, û bi taybet li ser qada Kurdî gengeşekirin.
Û di derbarê wê de,tekezî li ser giringiya çareseriya siyasî û cîbicîkirina biryara civaka navdewletî /2254/

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa aborî û estengiyên jiyanê, piştî daketina nirxê lêreya Sûrî li hember hemû nirxên perên biyanî bi taybet dolor.

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de.Û tekezî li ser kar ji bo serkeftina yekhelwesta Kurdî ji bo xizmeta berjewendiyên gelê kurd li Kurdistana Sûriya bike

Herwiha civat bi awayekî zelalmendî rawestiya li ser rewşa rêxistinî.Û di derbarê wê de,hin nerîn û pêşinyar jî hatin pêşkêş kirin ji bo pêşketina karê rêxistinî

Herwiha hemû mijarên di civatê de, hatin şirovekirin.ji aliyê hemû beşdaran hatin gengeşe kirin bi awayekî berpirsiyarî , û civat di derbarê nerînan û pirsan de, dewlemend bû

Di dawiya civatê de,hevrêzê giştî spasiya hemû hevalên beşdar kir,li ser kar û xebata wan ji bo rapirsîna armancên gelê kurd û rêbaza Çaksazî û Zelalmendî û Guhertin

Ragihandina T.Ç.K.S

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.